9 September 2026 - 09:51
Li Rihayê amadehiya Festîvala Zanist û Teknolojiyê tê kirin

Li gorî Ajansa Nûçeyên Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) – ABNA– Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê amadehiya mazûvaniya Festîvala Zanist û Teknolojiyê dike.

Festîvala Zanist û Teknolojiyê dê 30ê Îlonê dest pê bike û heta 4ê Çiriya Pêşîn bidome.

Tê gotin ku ev festîval dê hejmara geştyaran li herêmê gelekî zêde bike.

Hedef 2 milyon geştyar in

Serokê Desteya Kontrolê ya Yekîtiya Rêberên Turîzmê yên Rihayê Muslum Çoban, li ser girîngiya festîvalê û hatina geştyaran axivî û got:

Muslum Çoban got:

"Ji bo hejmara geştyaran salên 2025 û 2026an armanca me milyonek û nîv bû.

Lê bi saya vê festîvalê niha armanca me ew e ku em bi asanî 2 milyon geştyaran derbas bikin."

Divê were gotin ku sala 2025an nêzîkî milyonek geştyaran çûbûn Rihayê.

Dê bandorê li Mêrdîn û Amedê jî bike

Tê pêşbînîkirin ku bandora vê festîvalê tenê bi Rihayê ve sînordar nemîne û geştyar parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî ziyaret bike.

Rêberê Turîzmê yê Mêrdînê Adar Poyraz jî bal kişand ser vê yekê û got:

"Herêma me yek parçe ye. Kesên ku tên vê derê dibêjin 'Ka em herin Mêrdîn û Amedê jî bibînin'.

Em piştgiriyê didin lidarxistina festîvalên bi vî rengî yên li herêmê."

Your Comment

You are replying to: .
captcha